Piştî ku di
sala 1987an da
ez ketim Akademîya Hunerên Spehî, piştî salekî - du salan, min destpêkir ji nivîskar,
weşanger û ji hin
nas û dostan ra û her wusa jî, ji xwişk û birayên xwe ra qertên sersalê şand. Di despêkê da
min wan qertan bi hibra çînî çêdikir, ango her qert bi nîgarekî cuda bû û min
wan libo libo bi destan çêdikir. Hingê, min dixwest bi rêya van berhemên xwe
yên hunerî ra, bi van kes û sazîyan ra bikebim nav têkilîyê. Wan bi hunera xwe
bidime nasîn û her wusa bi vê dîyarîya berhemeka hunerî, wan bi hunera nîgarî
ra bikim têkilîdar. Vêca, da ku hunerê vê carê bi destê xwendekarekî hunera nîgarî nas bikin, bi ferqa ku di navbera
berhemekî hunerî û afîş, an jî qertekî ofsetê ya çapkirî da heye, bihisin.
Her wusa, dîsa
gelek caran, bi munasebeta serîlêdanan, min gelek berhemên xwe yên orjînal dîyarîya
nas û dostan xwe kirîye. Nîyeta min her ew bû ku, ew bi hunera xweser bihisin û
bi vî awayî bila hunera orjînal bikebe nav jîyana wan. Bi vî awayî, bere – bere
bi çavekî din li hunera nîgarî binêrin û bala xwe bidine berhemên hunermendên
Kurd.
Min di sala
1992 ya da Akademîya xwe qedand, lê min vî kurmê xwe heta sala 2006an, her domand.
Di
sala 1997an û
pê va, vêca min destpêkir û ji bo her sersalê grafîkekî xweser çêkir. Ev grafîk
her car bi nîgarekî wek mînak, Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Birca Zenbîlfiroş û
bi gelekên din bûn. Min van grafîkên xwe, bi tîrajekî di navbera 20 - 26 liban da, bi destan çap dikir. Ango, min bi van hejmaran grafîkên
orjînal çêdikir. Min piranîya van grafîkan bi rêya postê ji nas û dostên xwe û
her wusa ji xwişk û birayên xwe ra dişand. Min li pişt van grafîkan, xeynî pîrozkirina
sersalê û dilxwazîyê, min daxwaz û hêvîyên xwe yên di derbarê zimanê kurdî da jî
dinivîsî.
Edî ev bûbû
kevneşopîyekî ji bo min, di hin salan da, carna heta 31ê meha 12yan, ez bi çêkirina van grafîkan mijûl dibûm, heta dawîya salê ez li ser van
grafîkan dixebitîm û gelek caran, ji bo hibra van grafîkan zuwa bibe, min wan ji atolya xwe dianî û datanî ser kalorîfera mala xwe. Piştî
ku zuwa dibûn, paşê min wan
bi rêya postê dişand.
Bi vî awayî,
berîya dawîya salê, her sal “tayê min digirt” û bi “mecbûrîyetekî” ku min bi
xwe li ser xwe ferz kiribû,
ji bo çêkirina van grafîkan dixebitîm.
Çewa ku min
got, min dixwest haya hin Kurdên ku li welat û li welatên din da dijîyan û nas
û dostên xwe ji hunera xwe çêbikim û bi vî awayî hunera nîgarîyê têxime nav jîyana
wan. Li ba min arşîva van berhemên min heye, ka kîjan salê min ji kê ra kîjan
grafîka xwe (û hejmara tîraja grafîkê) şandîye.
Piranîya
kesên ku min van berhemên xwe ji wan ra dişand, qet bersiva vê dîyarîya min, bi
qertek an jî bi nameyekî be jî, ne didan. Lê min ji xwe ra digot, ”tu nabe, bila
berhemên min li ba wan hebe û bila bi ferqa berhemekî orjînal û afîş û qertên
ofsetê bihisin”.
Min hêvî dikir ku, dibe ku hin kes van
berhemên min çarçove kiribin
û li mala xwe, an jî li nivîsgeha xwe da daliqandibin. Piştî gelek salan, dema
ku min hin ji van kesan zîyaret kir, min dît ku piranîya wan kesan ne tenê van berhemên min çarçove nekiribûn
û li dîwarekî da daneleqandîne, her wusa jî, hin ji wan nizanibûn ka van
berhemên min kirine kîjan qulika malê û peyda jî nedikirin!
Di
sala 2006an da, min qertên sersalê yên dawî jî şand
û dotira salê min biryara xwe da ku êdî ji tu kesî ra êdî tu qert û merta bi
berhemên xwe yên orjînal neşînim. Lê meriv nikare zû bi zû dev ji kurmê xwe
berde, her wan salan İnternet êdî baş ketibû nav jîyana me jî, vêca min destpêkir
qertê xwe yê sersalê bi rêya İnternetê ji nas û dostên xwe ra dişand. Min hem di
sersalan da û hem jî di Newrozan da bi vî awayê qertên xwe yên elekronîkî dişand.
Ev qert her car bi fotografekî berhemekî min bû.
Min bala xwe
dayê, vayê piranîya van kesên ku ez van qertên elektronîkî ji wan ra dişînim,
tu bersiv û mersivê jî nadine min, û di sala 2010an da êdî min biryara xwe da ku êdî ez ê dev jî vî
kurmê xwe bi temamî berdim.
Niha, bi
awayekî giştî, divê 150-200 grafîk û resimên min li ba 40 kesî û sazîyan hebe. Li ba hinan
1 û li ba hinên din heta 7 berhemên min hene. Ez pê dizanim ku kêm kesan van
berhemên min li ba xwe parastine û çarçove kirine û her wusa jî ez pê nizanim
ka piranîya van kesan çi bi van berhemên min yên orjînal kirine.
Di sala 2009an da, min di pêşengeha xwe ya
grafîkan ya berfireh da, 94 grafîkên xwe nîşanê xelkê da. Bajarvanîya bajarê
Thessalonîkî΄yê, ji
bo vê pêşengehê katalogekî mezin yê 32 rûpelî yê bi zimanên yunanî û kurdî
çapkir. Min vê katalogê bi rêya postê ji 60î zêdetir kesî û sazîyên Kurdan
ra şand. Min ji bo Beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîkayê ra jî libekî şandibû.
Hingê Xelefê Zibarî bi min ra ji bo bê radyoyê hevpeyvînekî çêkir. Mamê Xelefê
Zibarî, bi wê Kurmancîya xwe ya sipehî, rojek berîya ku hevpeyvînê çêbike
telefonê min vekir û me bi hev ra sohbetê kir. Hin tiştan ji min pirsî, di nava
sohbetê da ji min ra got ku ka gelo ez dizanim kî helbesta sitrana “Nesrîn” ya
ku Mihemed Şêxo distre, nivîsîye, min bi sitranê dizanibû, lê minbi xwedîyê helbestê nizanibû. Mamê Xelefê Zibarî
ji min ra got ku ewî bi xwe vê helbestê nivîsîye.
Di nav sohbetê da, behsa kataloga min jî kir û got ku “ev
berhemên ku di nav vê katalogê da hene gelo qê te hemû çêkirine?” Min got belê.
Ewî jî ji min ra got ku “lê portreyê Celadet Bedirxan min berê jî dîtîye, li ba
min heye û min li nîvîsgeha xwe da daliqandîye.” Ango anî wê maneyê ku ev
berhema ku di katalogê da heye, ne ya min e. Hingê min ji wî ra got ka here li
binê berhemê binêre, qê navê min nanivîsîne? Wusa bû. Hingê min jê ra got ku
min vê grafîka xwe 6 sal berîya niha, wek qerta sersalê ji Beşa Kurdî ya
Radyoya Dengê Amerîkayê ra şandibû û we tu bersivî jî nedabû min.
Werhasil, ev pêvajoya qertên sersalê ji bo min bû
tecrubeyekî û alîkarîya min kir da ku ez di derbarê hunera nîgarî da zêdetir bi
pîvan û hizrên civata me bihisim. Her bi vî awayî, ez tu gazincîan ji tu kesî û
sazîyê jî nakim.
İroj êdî ez tu kesî bi dîyarîkirina berhemekî xwe nerehet
nakim. Ji xwe xeynî çend kesan, ji berê va, Kurd ji bo hunera min tu tiştekî ji
min napirsin. Li ba me ne rexnegirîya hunerê heye û ne jî bi pîvanên cîhana
hunerê, dîyalogekî bi hunermendan ra heye. Ez sedemên vê yekê dizanim, min
behsa hin alîyên vê pirsgirêkê kirîye.
22/12/2012
Çend grafîkên
ku min wekî qertên sersalê ji nas û dostan ra şandîye: