06/11/2013

Dimen, 2013, rengên akrilik, 50x70 cm


Dimen 1, 2013, rengên akrilik, 50x70 cm

Dimen 2, 2013, rengên akrilik, 50x70 cm

Dimen 3, 2013, rengên akrilik, 50x70 cm

Dimen 4, 2013, rengên akrilik, 50x70 cm

Dimen 1, 2013, rengên akrilik, 50x70 cm

Dawetnameya jı bo pêşengeha jı bo 30 saliya Komela Hunermendên Nigarkari ya Bakûra Yunanistanê



09/05/2013

Ismail Beşikçi, 1998, pênus, 30x21 cm


Ismail Beşikçi, 1998, pênus, 30x21 cm

02/04/2013

Du Gotin Li Ser Rojbûnan

Pênc sal berîya niha, dema ku min qeyda xwe di Facebookê da çêkir, di formê da, wekî her kesî, min jî divîya roja jidayîkbûna xwe binîvîsanda. Min jî hima 2yê Nîsanê wek roja jidayîkbûna xwe danî. Lê hingê haya min jê tûnebû ku ev rojbûn yek ji fonksîyonên muhîm ya tora Facebookê ye. Gelek paşê ez pê hisîyam ku vayê hin nas û dost û her wusa jî xwişk û birayên min jî, di vê roja ku min behskirî da “rojbûna” min pîroz kirine. Min jî, bi gelek wext derengî be jî ji wan ra gote “sipas, mala we ava”.

Niha li vir ez dixwazim hinek behsa çîrokên van rojbûnan bikim. Di civatên modern yên dewletên Rojava da, dema ku zarokekî tê dinê, qeyda wî zarokî jî li ba sazîyên dewletê da tê çêkirinê. Êdî zarok xwedîyê rojbûnekî ku hatîye qeykirin e. Di salên zarokatîyê da, li anagorê îmkanên malbatê ev rojbûna zarok tê pîrozkirinê. Banî zarokên hevalên wî zarokî, yên nas û dostan dikin, şêrînayî an jî tiştekî din tê îkramkirinê, hem dê û bav û hem jî nasên hatî dîyarîyan ji bo wî zarokî tînin. Ev rojbûn êdî dibe wesîle da ku zarok têra xwe ji xwe ra bileyzin û mezin jî hev bibînin û ji xwe ra sohbetê bikin.

Di civatên Xrîstîyan yên Ewropayê da, em bêjin wek mînak, li ba Xrîstîyanên Orthodoksên Yunan da, piştî ku zarok mezin dibe, em bêjin digihîje panzdeh - bîst salîya xwe, rojekî din tê, ku êdî ev roj, roja rojbûnê datîne ber sîya xwe. Ev roj, roja navê ezîz e ku zarok navê xwe ji navê wî ezîzî girtîye. Wek nimûne navên wekî Nîkolaos, Marîa, Îoannîs, Georgîos û hwd. Êdî kes, ne rojbûna xwe, lê roja ku navê ezîzê ku ewî bi xwe jî navê xwe jê girtîye, pîroz dike. Dêr di “salnameya pirozkirinê” da, rojên navên bi sedan ezîzan tayîn kirîye. Hima bêje her roj, roja pîrozkirina navên çend ezîzan e. Êdî ew kes di mala xwe da wê rojê şayîya navê xwe pîroz bike û her wusa jî di cîyê karê xwe da jî, wê şêrînayîyê an jî tiştekî din îkramê karbirayên xwe bike.

Li ba me Kurda, ne ew kultura qeydkirina roja jidayikbûna zarokan hebû û ji xwe, ne jî tu ezîzên me hene. Dibe ku di van 20 salên dawî da beşek Kurdên ku li bajar û qesebeyan da rûdinên, roja çêbûna zarokên xwe rast didine qeydkirinê. Lê çewa ku em pê dizanin, ew rojbûnên piranîya kesên ku di emrê min da ne, ku di qeyda sazîya nifûsê ya dewleta Tirkan da hene, şaş hatîne nivîsîn. Vêca ev şaşîtî ne tenê di qeyda rojan da çêbûne, her wusa jî di mehan û salan da jî çêbûne. Ji ber ku li ba me, ne muhîmbûna qeyda roja çêbuna zarok û her wusa jî pîrozkirina vê rojbûnê hebûye, wek milet me vê mijarê ji xwe ra nekirîye “derd”. Bê guman ji berê va hin îstîsna hebûne, nemaze li ba hin malbatên xwenda, beg û arîstokratên Kurdan.

Ji alîyê dî da, sazîya nifûsê ya dewleta Tirkan, ango “Nifüs İdaresî” di çavê xelkê me da, wekî wan hemû sazîyên dewletê bû, ku divîya meriv hîvza xwe jê bikira, xwe ji jê biparasta. Ji xwe ew sazî li gelek cîyan da, di nav avahîya qeymeqamtîyê da bû. Divîya biçûna wir û bi zimanê Tirkan zarokên xwe li wir bidana qeydkirinê. Divîyabû li ba bav, ev roj, meh û sala jidayikbûna zarok, ji berê va li cîyekî da hatibûya nivîsîn û anagorê van malûmatan divîya karmendê dewletê jî qedrê van malûmatan bigirta û rast bihata qeydkirinê. Di pratîkê da piranîya caran tu tiştek ji vana pêk nedihat. Bav piştî çêbûna 2-3 heta 4-5 zarokên xwe, diçû wana hemûyan bi hev ra qeydê nifûsê dikir. Piranîya caran ev jî ji mecbûrîyetê dihat, lewra êdi zarok mezin bûne û dema şandina mektebê hatîye û divê werin qeyîdkirinê.

Di rewşekî wusa da, ne tenê roj, meh û salên çêbûna zarokan, her wusa jî gelek caran navên wan jî tevlîhevdibin û şaş têne nivîsîn. Herçî navên kurdî ne, ew nedihatine qebûlkirinê û şûna wan da, hima li wê derê bi însîyatîfa karmendên nifûsê navekî erebî an jî tirkî li zarok datanîn. Navê keçikê dibe ku Stî be, lê êdî di nifûsê da bûye Ayşe, Fatma an jî navekî din. Fenomenekî din ya qeyda zarokan ya nifûsê jî “ 1-1” e. Ango karmendê dewletê ji tiraltî û îhmalkarîya xwe, an jî anagorê dîrektîfên dewletê, roja çêbûna bi sedhezaran zarokên Kurdan roja 1ê meha 1a danîne. Herçiqas roja”1ê meha 1an” 1/365 ê rojên salekî be jî, di qeyda nifûsê yên zarokên Kurdan da em qat bi qat zêdetir leqayê vê rojê tên. Dîsa gelek caran, zarokê piçûk ji yê mezin mezintir an jî cêwîk hatine qeydkirinê.

Her çiqas bavê min xwenda bû jî (medreseyê xwendibû û bûbû mele, lê di mizgeftan da meletîyê nekir), ji ber ku ev kultur û muhîmbûna qeyda roja çêbûna zarokan li ba wî jî tunebû, qeydên me zarokan jî rast nehatîne nivîsîn. Roj, meh û salên piranîya me zarokan şaş hatine nivîsîn. Tê bîra min, di sala 1979 a da, bavê min çû qeyda 5 zarokên xwe bi hev ra li ba dewletê kir. (Dibe ku ez di nivîsekî dî da behsa serborîya navên xwişk û birayên xwe jî bikim.) Hingê, birayekî min dibistana despêkê qedandibû û divîyabû biçûya ya navîn - ez behsa Tetwanê dikim-, lê hê qeyda wî ya li nifûsê nehatibû çêkirinê. Dema ku ji dibistana wî ji bo dîplomeya dibistana despêkê ewraqekî resmî yê nifûsê xwestin, hingê hewcedarîya qeyda nifûsê jî derket meydanê. Di vê navberê da 4 xwişkên min jî çêbûbûn, bavê min qeyda wan her pêncan bi hev ra kir. Di malbata me da jî fenomenên “1-1” , yê piçûk ji yê mezin mezintir nîşandan û her wusa jî bêyî ku cêwîkê hev bin, cêwîk qeydkirin hene. Wek encam, hin xwişk û birayên min yên ku sal û nîv- du salan ji hev mezintir in bi hev ra dest bi dibistanê kirine.

Herçî yê min, heta ku min li Tetwanê lîseyê jî qedand, xeynî carekî ez leqayê tu pîrozkirinên rojbûnan nehatim. Ew yek car jî ew bû ku, rojekî hevalekî me yê Laz, ku ew di nav tevgera kurdî da bi me ra dixebitî, got ku “ev roj rojbûna min e” û çû kîloyekî karçîn sitand, li me belavkir û me bi hev ra xwar. Dibe ku min di pirtûkên mektebê an jî di pirtûkên çîrokan yên bi zimanê tirkî da xwendibe, lê di pratîkê da ez leqayê tu pîrozbayîyên din nehatime. Di lîseyê da, di sinifên 43-45 xwendekarî da, hima bêje di her sinifê da 1 an jî 2 zarokên serbazên dewleta Tirkan yên li Kurdistanê hebûn. Ew di lojmanên leşkerîyê da diman, bi otobêsa leşkerî wan dibirin û dianîn dibistanê, dibe ku wan di nav xwe da rojbûnên xwe pîroz dikir.

De îca ez mezin bûm, piştî salên zehmet yên xebata Kurdayetîyê û firarbûna 2 salan, min di sala 1984 a da wek multecîyekî polîtîk xwe sipart Yunanîstanê. Dema ku em pênc kes bi nepenî gihîştin Yunanîstanê, hevalan li me şîretan kiribûn ku divê em bi navên xwe yên rastî serî li dewletê nedin. Yunanîstan dewletekî bû ku tu heqên multecîyên sîyasî lê tunebûn, dewletê tu alîkarîyê bi wan nedikir, ji ber vê yekê jî wek welatê derbasbûnê bû. Ku meriv li vir bi navê xwe yê rastî serî li dewletê bidaya hingê, paşê dîsa bi eynî navî nikaribû biçûya dewletekî Rojavayê Ewropayê û li wir daxwaza mafê penberîya sîyasî bikira, wê te bigirtana û tafil te paş va bişandana Yunanîstanê. Werhasil ez çima serê we biêşînim, min jî anagorê şîretan kir, ne bi navê xwe Evdila lê bi navê Serhad serî li dewletê da û her wusa jî roja jidayîkbûna xwe jî 21 ê adarê, roja Newrozê danî. Herçiqas dewleta Yunan ji multecîyan ewraqên resmî dixwest jî, me ji wan ra digot ku “ma qê wun nabînin, halê me halê peydakirina ewraqên resmî yên Tirkan e, me bi zorekî xwe ji destê wan filitandîye.” Bi vî awayî qeyda min li Yunanîstanê çêbû û min heqê multecîtîya sîyasî girt. Lê piştî salekî dema ku min ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bursa xwendinê sitand, hingê mecbûrî min ewraqên resmî yên nifûsê yên dewleta Tirkan ji bavê xwe xwest û anî da dewleta Yunan û dîsa bi vî awayê, anagorê wan ewraqan qeyda min hate çêkirinê û min xwendina xwe pêkanî. Lê di nav dost û hevalên Kurd û Yunan da navê min her Serhad ma.

Di salên xwendekarîyê da, ez leqayê şayîyên rojbûn û şayîya navên (ezîzên) hevalên Yunan dihatim, wan jî ji min dipirsî ka gelo ez kengê rojbûna xwe pîroz dikim? Tu bersivekî min ê maqûlane tunebû ji bo min û ji bo wan. Her wusa me 30-40 xwendekarên Kurd yên ji her çar perçeyên Kurdistanê jî, tu rojbûnên xwe pîroz nedikir. Min di sala 1992yan da zanîngehê qedand û 16 sal berîya niha jî dest bi mamostetîya dibistana navîn û lîseyê kir. Li dibistanê ez zêdetir leqayê van pîrozbayîyan hatim. Hevalên mamoste roja navên (ezîzên) xwe da, şêrînayî, paste û borek dianîn û îkramê me karbirayên xwe dikirin. Min dît ku wusa nabe, divê ku meriv xwe di çavê xelkê da piçûk nexîne û nebe parazît jî. Vêca ez jî, ev 16 sal in ku her sal ji bo roja Newrozê, pakêtekî şêrînahî dibim dibistana xwe û îkramê karbirayên xwe dikim. Dema ku ji min dipirsin, “xêr e, tu çima îkram dikî?”, ez ji wan ra dibêjim ku îroj Newroz e, cejna netewî ya Kurdan û sersala kevneşopî ya Kurdan e û her wusa jî ez bersiva pirsên meraqdaran didim.

Par dîya min bûbû mêvana min, wextê me çêbû û me behsa gelek tiştan kir. Di nav gotinan da, min jê pirsî “dayê ez kengê hatime dinê, tê bîra te? Dîya min ji min ra got ku ez di payîzê da hatime dinê. Di nifûsa dewletê da jî meha nîsanê dinivîsîne. Bê guman dîya min rast dibêje. Ez bi xwe bawerîya xwe bi hafizeya mezin û kûr ya dîya xwe tînim ne bi kaxid maxidên dewleta Tirka.

Bê guman, min jî dixwest rojbûna xwe ya rastî bizanibûya, lê ji ber ku ez bi rojbûna xwe nizanim ez xwe kêm an jî mehrûm nahesibînim, ez ne xemgîn im. Di jîyana mirovan da rojên xweş jî hene yên nexweş û teal jî hene. Ya muhîm ew e ku meriv van hemû rojan beşek ji jîyana xwe bihesibîne. Li ser rojên nexweş û teal bifikire û dersan jê werbigre û bi rojên xweş jî şabibe û teamê jê bistîne. Ez her rojekî xwe yê xweş wekî rojbûna xwe bihesibînim.

Ji alîyê dî va, di çarçoveya vê nivîsa xwe da ez dixwazim behsa bûyerekî din jî bikim ku li ser rojbûnê ye û her wusa jî çend dîtinên xwe li ser bûyerên ku me Kurdan eleqeder dikin, bêjim. Ev çend sal in ku PKK rojbûna serokê xwe yê girtî Abdullah Öcalan pîroz dike. İhtîmalekî mezin ew e ku ew roja ku tê pîrozkirinê jî, ji ber sedemên ku min li jorê behsa wan kiriye, ne rojbûna A. Öcalan e. Ango ya mantiqî ev e. Çewa ku em dibînin, PKK van çend salên dawîyê da vê rojbûnê pîroz dike û A. Öcalan jî ji vê pîrozkirinê qayil e.

Di pêvajoya avakirina profîlê xwe da, A. Öcalan gav bi gav sifatan li xwe danî: Sekreterê giştî yê PKK (ku ez ne şaş bim), serokê PKK, serokê netewî, rêberê gelê Kurd. Dibe ku nav û sifatên din jî hebin û yên nû jî werin. Di pêvajoya avakirina profîlê A. Öcalan da, têkilîyekî wekî şêx û mirîd, pêxember û bawermendên wî di navbera A. Öcalan û qadirên PKKê da hate avakirinê. Ev rojbûna wî jî, wek xeleqa dawî ya vê pêvajoyê ye. Pîrozkirina rojbûna Hz. İsa û Hz Muhammed hebe nexwe wê çima pîrozkirina rêber A. Öcalan tunebe! Vêca, serok çi bibêje rast e. Serok kesekî wusa ye ku tu carî şaşîtîyan nake, nayê xapandin û kesî jî naxapîne. Her dem rastîyan dibêje, “tehlîlên” wî yên li ser dîrokê, dema niha û siberojê, hemû rast in û divê neyêne munaqaşekirin. Xeynî xeta wî ya sîyasî, hemû fikir û ramanên din yên Kurdan, fikir û ramanên xayîn û xwefiroşan nin. Bê guman ev hemû dîyardeyên têkilîyên olî, yên şêx û mirîd û tarîqatîyê, dogmatîzm û fanatîzmê ne. Her çiqas kesên sosyalîst û komunîst di teorîya xwe da mesafekî bi çend gazan datînin navbera xwe û olan da, lê di pratîkên xwe da, em dibînin ka ew çewa dibin bawermend û mirîdên serokên xwe. Bê guman post û meqam û feydeyên aborî yên vê mirîdbûnê jî hene.

Ku ev mirîdîtî nîn bûya, hingê, (serok) PKK heta girtina A. Öcalan digot “Kurdistana serbixwe û yekgirtî” ji bo vê daxwaz û armancê bi dehhezaran ciwanên Kurdan ketin nav PKKê û hatin Kuştin. Digot ku Kemalîzm awayekî din yê faşîzmê ye. Lê piştî girtina A. Öcalan, em hinbûn ku vayê dîya wî Tirk e (tiştekî xirab nîne ku dîya meriv an jî bavê meriv Tirk be, lê dema ku meriv vê yekê cara pêşî di girtina xwe da bibêje, hingê ev dibe qelsîtî û zeafî). Û A. Öcalan ji dema girtina xwe û heta salek du sal berîya niha, bûbû pesndarê kemalîzmê û Mustafa Kemal. Ew Mustafa Kemalê mîmarê xapandin, bindestkirin û şikandina Kurdan! A. Öcalan dibêje ku “tu pirsgirêkên me bi ala û sinorên Tirkîyê ra tune ye, li Çanakkaleyê Tirk û Kurd bi hev ra li himberê emperyalîzmê şerkirine, Tirkîye û Tirkîyelîbûn Kurdan jî dixe nava xwe”. Maşallah, xwiya dike ku niha jî bûye pesndarê “biratîya îslamî ya Tirk û Kurdan ya hezar salî” û pesindarê “mîsakî mîllî” û “osmanlîtîya nû” ya ku başûrê Kurdistanê û perçeya Kurdistanê ya Binxetê di nav sinorê Tirkîyê da dixwaze û dihesibîne. Van daxwazên Tirkan yên salên 1920 an, ku niha serokên Tirkan vekirî nikarin bibêjin, di vê rewşa hassas ya statuya başûrê Kurdistanê û (piştî hilweşandina rejîma Esad) îhtîmala destkevtin û statuyekî ji bo Kurdistana Binxetê jî, niha A. Öcalan bi xwe dibêje!

Mirîdên A. Öcalan jî, di her serdemî da serokên wan çi bibêje wî tiştî dubare dikin. Kes napirse, di demekî da ku başûrê Kurdistanê gavek-du gavan li pêşîya derîyê serxwebûnê da ye, kanê ew daxwaza Kurdistana serbixwe û yekgirtî? Seddam ket, rejîma dîktator ya Surîyê li hemana ye, li ber ketinê ye û ne Tirkîye û ne jî İran êdî wekî berê nikarin daxwazên mafên Kurdan piştguh bikin û wekî berê bi rihetî Kurdan bipelçîqînin. Dinya guhirîye, ango piştî sala 1918an, îmkan û firsetên ji bo Kurdan tu car hinde lihevhatî nîn in. Piştî avakirina PKK (1978) ku digot “em ji bo Kurdistana serbixwe û yekgirtî mucadeleyê dikin”, 34-35 sal derbasbûne. Ji wê çaxê heta niha en hindik 30 miletên bindest, an jî xwedî statuyekî kêm, serxwebûna xwe îlankirin û bûn xwedîyên dewletên xwe yên serbixwe. Gelo çewa A. Öcalan dikare bêje ku “di nav tepsîkî zêr da dewleta Kurdî bidine min ez qebûl nakim, emperyalîst û İsraîl li başûrê Kurdistanê wê dewletekî kurdî avabikin ez li dijî wî tiştî me”? Ew dikare bêje, gelo bi dehhezaran qadir û endamên PKKê vê yekê çewa qebûl dikin? Ev sîstema xwekujî, xesandinê û mirîdîtîyê çewa hate avakirinê?

Kurd, li ser axa xwe yê dîrokî, bi çil mîlyonî zêdetir nifûsa xwe va, yek ji sî miletên herî mezin yê dinyayê ne. Di dinyaya 220 dewletan da, ku hijmara dewletên ku nifûsa wan nagihîje deh mîlyonî jî, ji sedan zêdetir e û her wusa dewletên bi nifûsên sed hezarî jî hene, gelo Kurd çewa bê daxwaz û bê pusula hatin hiştin? Enerjîya Kurdan çima ji bo tiştên bêxêr, bêmerêz û vala tê xerckirinê? Û em wek milet, heta kengê em ê kole û bindestê xelkê û wek sêwîyên ber dîwaran stûxwar û bêpar bimînin?

Û ez dîsa werim ser pîrozkirina rojbûna A. Öcalan, miletê Kurd gune ye, heqê tu kesî û serokî tuneye ku xort û keçên Kurdan ji bo rojbûna xwe, an jî, ji bo “tecrîta li ser xwe” an jî ji bo tiştekî din yê “xwe” bide kuştinê.

Serhad Bapîr
2yê Nîsana 2013yan

Bındesti, 2005, grafika lı ser bleksiglas. 102x82 cm.

Bındesti, 2005, grafika lı ser bleksiglas. 102x82 cm.

23/03/2013

Neslên Dema Berê


Neslên Dema Berê

Baskên me,
jı bo sıberojeki nexêr,
bı şımaya neyaran hatın pêçandın.

Hêviyên me,
dı nav serabên bajarên mezın da,
bı miz û gûyên namerdan hatın lewıtandın.

Û xewnên me,
dı nav moxılên esimana kûr da,
bı dêk û dolabên fêlbazan hatın wendakırın.

Erê, em neslên dema berê ne,
xortaniya me,
dı nav sergoyê bêbavan da 
hate gevızandın
û paşê lı pışt deriyên bêbextan da
hate kuştın.

Êdi em 
dı nav zeviyên beyar da,
mayinên wendabûyi ne.
Ki dızane,
ka em ê dı sıngê ki da,
jı bo çı 
û kengê bıteqın.

Sıbata 2009 a.


Reşbini 2, 1994, pênus, 28,5x21 cm