30/10/2008

Salvegera mirina bavê min Mele Seîd Çelîker


Par di rojekî wekî vê rojê da, Mele Seîd Çelîker xatirê xwe ji jîyanê sitand û ji nav me bar kir û çû.

Mele Mihemed Seîd Çelîker
Li ser wefata wî, me wek malbat par vê daxwîyanîyê dabû çapemenîya kurdî:

"Mele Mihemed Seîd Çelîker di sala 1930yan da li gundê Hêlînê, ya girêdayê Silîvana Dîyarbekirê hate dinê. Bav û kalên wî yên mele, ji Cizîra Botan nin. Wî jî, xwendina xwe ya medresê qedand û bû mele, lê belê di mizgeftan da meletîyê nekir. Wî demekê di nav koçerên aşîreta Alikan da meletîyê kir û her wusa ji vê aşîretê, bi keça Hecî Elî ra zewicî. Di dawîya salên 1960an da mala xwe ji Tetwan’a Bedlîs’ê bar kir û bir Silîva, her wusa dîsa di van salan da ji bo 3 salan, ji bo xebatê çû Almanya Federal. Di sala 1974an da mala xwe cardî anî Tetwanê.

Ji ber zordestîya dewleta Tirka, wî di sala 1994an da mala xwe ji welat bar kir û bir Mêrsîn’a Tirkîyê. Di sala 2001an da pêşî mala xwe bir Dîyarbekir’ê û paşê dîsa anî Tetwan’ê. Mele Seîd ev sê sal bûn ku, li pê hev çar caran, li serê xwe da felç lê hatibû, li welat, li Tirkîyê û Swed’ê gelek mehan di nexweşxaneyan da ma. Mele Seîd di 30-10-2007dan li Tetwan’ê xatirê xwe ji jîyanê sitand û ji nav me bar kir û çû. Mele Seîd li goristana taxa Ortab’a Tetwan’ê hate veşartinê.

Mele Seîd hê ji xortanîya xwe da meraqdarê ilim û zanînê bû, jîyana wî di nav lêgerînê da derbas bû. Di xortanîya xwe da, ji bo naskirina Cegerxwîn derbasê Binxet’ê dibe. Wî dizanibû ku, ji bo şîyarbûna miletê me yê bindest û şikestî, wek milet hewcedarîya me bi mirovên xwenda û zana heye, heta jê hat, wî zarokên xwe yên kur û keç da ber xwendinê.

Hizkirina ziman, milet û welatê me li ba Mele Seîd gelek xwirt bû û wî vê hizkirinê da hemû zarokên xwe. Di salên 1970yan pê va û xususî jî, di salên 80 û 90an da, ji ber welatparêzîya zarokên wî, wî jî gelek êş û cefa kişand. Ji alîyê dewleta Tirka va, gelek caran leqayê heqaret û êşkenceyan hat. Her wusa ew jî wek welatparêzekî wêrek beşdarê nav xebatên Kurdewarîyê bû.

Em ji Xwedayê mezin û dilovan hêvîdar in ku wê Mele Seîd bi buhişta xwe şabike.


Em sipasîya hemû merivên xwe, nas û dostan dikin ku, di êş û şîna me da bi me ra bûn, mala wan ava.

Bila serê hemû dilsozên welatê me sax be.

Bila serê miletê Kurd sax be.

Jina Mele Seîd: Fetîha

Zarokên wî: Dr. Celadet, Çîçek, Cîhan, Serhad Bapîr (Evdila), Feysel, Amed, Laleş, Wîldan, Gulageş, Newroz, Rewşan û Îbrahîm."


Li ser gora Mele Seîd Çelîker, payîza 2007an, goristana taxa Ortab'a Tetwan'ê


No comments: