29/02/2008

Çarenıvis 1, 2006, grafika lı ser bleksiglas û linolium, 82x56 cm.


Çarenıvis

Jı vır û qederek wext e ku wek mesele, “çarenıvis” gelek bala mın dıkşine. Jı xwe dı berhemên mın ên grafiki da, ev mesele, merıv dıkare bêje ku hergav hebû. Mıjûlbûna mın a bı meseleki ku zêdetır wek meseleyeki politiki tê naskırın, terciheki bı zaneti ye.
Dema ku merıv bı sıvıki lê temaşe dıke, merıv dıbê qê, bı maqûli ev heq tê qebûlkırın, lewra yek jı bendên heri pêşi yen Mıletên Yekbûyi, heqê çarenıvisa mıletan e. Lêbelê, hemû mılet ne xweyê vi mafê hanê ne û ev heq lı her ciyi pêknayê. Ev heq, gelek caran goridıbe jı bo menfeat û qazencan.
Dıvê hemû mılet, xelk û mırov xweyê wê imkanê bın, da ku ew bı xwe, lı ser daxwaza xwe “qeder” û sıberoja xwe tayin bıkın. Her wusa wek ferd ji: serbestiya bir û baweriyê û daxwaza tayinkırına awayê jiyanê.
Malesef ev heqên hınde xwezayi, lı gelek mıletan hatiye yasaxkırın: Jı Kurdıstanê bıgre heta Tibet û Çeçenistanê û lı gelek welatên dın. Zenginiya bınerd a wek petrolê, bû zencira koletiyê û çar dewletên işkalkar wê xıstın stuyê Kurdan. Jı ber eyni sedemi Tibet jı aliyê Çinê va hate işkal û ilhaqkırın. Jı bo Çeçenistanê ji her wusa çêbû.

Têbıni:
Mın vê nıvisê jı bo kataloga grafikan a bı navê “Grafika Yunan ya İroj” nıvisi. Ev kataloga he, ku bı zımanê yunani û ingilizi hatıbû weşandın, jı bo pêşengeha grafikan a ku dı ilona 2007 a da, lı Averoff Museum Metsovo da çêbû, hatıbû hazırkırın. Eyni pêşengeh wê dı meha adara 2008 a da ji, lı Muzaxana Dewletê ya Hunerên Nûjen lı Saloniki were pêşkêşkırın. Jı hunermendên beşdarvan ên vê pêşengehê hatıbû xwestın ku, dı derbarê berhemên xwe yên ku wê dı pêşengehê da bıhata pêşkêşkırın, nıviseki bı 200 gotınan sınorkıri bınıvisinın. Ev sınorkırına hacım, mın mecbûr kır da ku ez beşeki mezın a nıvisa ku mın dı despêkê da nıvisibû, derinım. Nıha, ez nıvisa xwe ya kurtkıri, a ku çewa dı kataloga navbori da hatıye weşandın, dıweşinım. Her wusa, dı sıberojê da, ez ê nıvisa xwe ya berfırehtır ya despêke ji wergerinım ser kurmanci û wê ji bıweşinım.

Çarenıvis 2, 2006, grafika lı ser bleksiglas û linolium, 82x56 cm.


18/02/2008

Kosovo bû dewlet, aqûbet lı serê Kurdıstanê be

Eve zûva ye ku ew iddia û geostratejiya ku dıgot “pışti şerê dınyayê yê dıdoyan û bilhasa pışti niva dehsaliya 70 yan, êdi dewletên dınyayê şiklê xwe sıtandıne û êdi ne dıvê sınor werın guhartın û ne ji dewletên nû werın avakırınê” pûç û betal bûye. Belê pışti avabûn û yekbûna Vietnamê û jı bındestê Fransızan fılıtandına Cezayirê, dı despêka salên 1990 an da Eritre ji jı bındestê Etyopyayê fılıti û bû dewlet. Pışti hılweşandına Bloka Rojhelat an ji bı naveki dın dewletên sosyalist, ya Sovyet û Yugoslavya’yê, êdi bı dehan dewletên dın jı avabûn. Yani ew sistema dınyayê ku dı dema Şerê Sar da hatıbû avakırın êdi hılweşiya.
Gelo Kurd çiqas bala xwe dan van guhertınan û her wusa gelo Kurd pêhısiyan ka berê bayê guhertınan ber bı kijan aliyê va bû û ber bı kijan aliyê va ye? Ev ditın û ramanên mın, zêdetır lı ser Kurdên ku jı perça Kurdıstana bındestê Tırkiyê da ye ne. Yên xwedi parti û teşkilatên çep û komunist, yên ku hê ji bı anagorê vê ideolojiyê dıfıkırın û hereketdıkın. Yani ew tıştê ku ez dıxwazım bêjım ev e: Gelo dema ku ew diwarê şermê ku her du Almanyan û Berlinê jı hev vedıqetan hılweşiya, em wek Kurd çiqas şabûn û lı ser vê bûyera tarixi sekınin? Yên ku tê bira wan bı pê dızanın ku Kurdên çepgir û komunist vê bûyera diroki wek “destdırêji û xırabiya emperyalizmê" bınavkırın û wan stêrkan jı bo diktator Honeker û Almanya Rojhılat û paşe ji, jı bo diktator Çawusesko û Romanyayê barandın. Yani Kurdan ew diktatoriyeti û perçebûna Almanya’yê dıparastın. Dema ku hal û weziyata Kurdan ev bû, wan çewa dıkarıbû behsa welatê xwe yê ku hatiye perçekırın û behsa wan “diwaran” yani têl û sınorên ku Kurdıstan’ê dıkın en hındık çar perçe, bıkıra û her wusa daxwaza hılweşandına van sınoran û pêkanina yekbûna welatê Kurdan bıkıra? Yani ciddiyeta Kurdan lı kê derê bû? Gelo Kurd ji bı vê politikaya xwe, ne xwedi cotpivan û dırû bûn?
Ev cotpivan û dırûbûna hêzên Kurdan jı berê va lı lı ser wan hebû: Wek nımûne, jı aliyê Amerika’yê va mudaxaleya lı Vietnamê wek mudaxaleyeki emperyalisti dıhatditın, lêbelê jı aliyê Sovyet’ê va mudaxale û işgala lı Afganistan’ê, wek pışgıri û hevkariyeki enternasyonali dıhatditın û bı vi awayê, xweziya xwe bı wan Afganan ra dıanin, ku welatê wan jı aliyê dewleteki bı hêz û mezın va hatıbû işgalkırın! Her wusa dı sala 1981a da, dı bın şertên gelek zehmet ên wê demê da, lı Kurdıstanê, belavoka bı zımanê tırki ya lı hımberê hereketa sendiqavanên Solidarity’yê, ya ku Leh Valesa serokatiya wê dıkır, dıhate belavkırın (belavoka hereketa Rızgari’yê) û pışgıri û dılxwazi jı bo “rêhevalê proleterê komunist”, yani diktatorê Polonya’yê Jaruseski dıhate beyankırın!
Çewa ku em pê dızanın, pışti cuntaya leşkeri ya dewleta Tırkan a 1980 yê, ew serok, berpırsiyar û aligırên hereketa milli ya Kurdan, xwe sıpart gelek dewletên Awrupaya Rojava. Hereketên Kurdan hemû sosyalist û komunist bûn, pıraniya wan dılxwazên dewletên “sistema sosyalist” yani Sovyet û dewletên Rojhılata Awrupayê bûn. Yani ew lı dıji dewletên kapitalist bûn. Lêbelê dema ku mecbûr man û jı dewleta Tırkan reviyan, hemû xwe sıpart lı dewletên kapitalist, yani lı wan dewletên kapitalist yên ku wek dıjmın destnişakırıbûn, bûn muhacır û multeci. Her lı wan dewletên kapitalist yên ku lê dıman da pesnê sosyalizmê dıdan. Demokrasi û liberalizma dewletên kapitalist ditın û kırınên bı vi awayê asê û yasax nedıkır û rêlıbernedıgırt. Kurdên çep û komunist qet lı cewaba vê pırsê negeriyan, ka gelo dewletên sosyalist çima hımbêza xwe jı wan ra venekır?
Ku me vê manzara hanê bı awayeki serobıno bıkıra, wê ev tışt derketa meydanê: Wê dewletên sosyalist, siyasetvanên ku lı hımberê komunizmê dıxwebıtın, dıxwazın sistema komunizmê hılweşinın lı dewletên xwe da qebûlbıkırana û her wusa wê alikari û imkanan bıdana wan! Çewa ku em dızanın, dı zındanên dewletên sosyalist da bı dehhezaran gırtiyên siyasi yên jı wan welatan hebûn.
Ew tıştê ku ez dıxwazım bêjım ev e: Kurd dema ku mucadele xwe dıkırın, bûn aligırên îdeoloji û sistemên gırti, totaliter û diktator, her wusa tu carê, tu qenci û xêrê jı wan dewletan ji neditın. Kurd nebûn xwedi pusulaki bı vi awayê: Lı her derê û lı her ciyê dıvê ku her mıletê bındest, serbest bıbın, ew bı xwe dı nav serbestiyê da çarenivisa xwe tayin bıkın. Terciha me dıvê dı cıvatên vekıri, yên ku lı lê serbestiya bir, baweri û çapemeniyê û serbestiya avakırına teşkilat û partiyan heye, cıvata pırreng û bı pırdendeng da be.
Ez werım ser despêka nıvisa xwe, dema ku dewletên sosyalist hılweşiyan, Kurdên çepgir lı ser cenazyên van dewletên diktator, stêrkên “çı heyf û mıxabın”ê barandın û sonda berdewamiya mucadeleya çep û komunizmê dan. Aqılê teşkilat û partiyên Kurdan bı vê ideolojiya çep û komunizmê hatıbû avakırın û dagırtın, her wusa 19 sal pışti hılweşandına diwarê Berlinê û 17 sal pışti hılweşandına dewleta Sovyet’ê, hê ji bı vi aqılê hanê hereketdıkın. Dıbe ku nıho, jı berê kêmtır behsa komunizmê dıkın, lêbelê aqılê wan her ew aqılê berê ye. Ka lı wan bınêrın, dema ku bı hereketên jı mıletên dın ra hevkariyê dıkın, dıçın bı yên çep û sosyalist ra dıkın, “mêr, mêran nasdıkın” û rûberê bir û hızra wan a siyasi ji, bı fıkrên çep û komunisti hatiye sênckırın.
Belê do Kosovo serxwebûna xwe ilankır, dıvê haya me jı wan êş û cefayên ku Albanên (Arnawut) Kosova’yê jı destê dewleta diktator Miloşeviç kışand hebe, ev êş û cefa gelek dışıbın yên ku em jı destê dewleta Tırkan dıkşinın. Lêbelê dema ku Alban zulm lı kêmmıleta Sırban (jı % 10 ê nıfusa Kosova’yê ne, dıvê heqê van Sırban hebe, da ku bı Sırbistanê ra bıbın yek) û Mırtıbên Kosovayê dıkın dıvê merıv lı dıj derkebe. Her wusa dıvê ku em Kurd pışgıri bıdın heqê çarenivisiya Kosovayê, ku ew bıxwazın dıvê karıbın ku bı bırayên xwe yên dın ra (Arnawutluk) bıbın yek.
Kurd û Alban dı hın meselan da dışıbın hev: Mıletê Alban dı navbera Arnawutluk (ev dewleta wan bı xwe ye), Kosovo, Makedonia û Sırbistana nıha da hatiye perçekırın. Statuya perça Kurdıstan’a serbest gelek dışıbe statuya Kosovo ya çend sal beriya nıha. Çewa ku dı sala 1991 an da, jı bo parastına Kurdan, Hevpeymanan heremeki parasti lı 2/3 yên başurê Kurdıstanê da avakırıbûn, her wusa 9 sal beriya nıha ji bı pêşengiya Amerika, bı mudaxaleya dewletên NATO’yê, Kosovo jı bın zulma Yugoslavya’ya sosyalist hatıbû fılıtandın û gıhiştıbû statuyeki nediyar.
Dıbêjın ku dewletên rojava û yên Ereban pışgıri dıdın serxwebûna Kosovo’yê, Rusya jı tırsa ku ev qewımandın jı bo Çeçenistanê û deverên dın yên federasyona “xwe” bıbe nımûne, dıj vê serxwebûnê derdıkeve. Bê guman her dewlet jı ber hın sedeman pışgıri dıdın vê serxwebûnê, herçi dewletên Ereb ın, ew lı dıj serxwebûna perça Kurdıstana serbest (başur) derdıkevın, lêbelê, jı ber ku pıraniya Kosovoyiyan mısılman nın, destek dıdın vê sexwebûna wan!
Sedem çi dıbın bıla bıbın, heqê tayinkırına çarenivisa mıleteki bındest, dıvê jı bo me, sedemê heri mezın a pışgıriya me be. Em Kurd ji, dı şiverêyên weki wan şiverêyên ku mıletê Kosovo yê tê da derbasbû, em ê derbasbıbın û bıbın mıleteki serbıxwe û xwedi dewlet.
18ê Sıbata 2008a.

10/02/2008

Cegerxwin 2, grafika lı ser metal linolium, 32x22 cm.


Helbestvanê Mezin Cegerxwîn

Cara pêşî dema ku min helbestekî Cegerxwîn xwend, ez dibêjîm qê sala 1977an bû û ez jî derdorê 13-14 salî bûm. Di hejmara 1ê, ya kovara Rizgarî’yê da, li ser jîyana wî nivîsekî hebû, navê nivîsê “Mamosteyê Giran Cegerxwîn” bû. Di wî emrê xwe yê piçûk da ev gotina “giran” bi salan min mijûl kiribû û bi min giran hatibû. Min fêhm nedikir ka çewa helvasvanekî dikare giran be. Li kêleka vê nivisa kurdî da, eynî nivîs bi zimanê tirkî jî hatibû weşandin û li wir jî “Büyük Usta Cegerxwîn” (Hosteyê mezin Cegerxwîn) hatibû nivîsandin. Min anagorê xwe cumleya mamosteyê giran werdigerand ser zimanê tirkî, dîsa jî tu mane ji vê “giranî”yê dernediket. Ez difikirim ku, gelo çima jê ra negotine “mamosteyê mezin”. Xeynî vê nivîsê, du helbestên wî jî hatibûn weşandin. Yek ji her du helbestên wî, ya bi navê “Heval Pol Robson” bû. Ev helbest gelek xweşî min diçû, Cegerxwîn tê da ji Robsonê hunermendê reşik ra digot ku “Ne tenê reşik ketin bin destan. Em jî sipî ne mane perişan.” Sedemekî din yê ku min ji vê helbestê hizkiribû jî ew bû ku hozanê me yê mezin Şivan Perwer, ku di wan salan da navê wî wekî efsanekî di nav Kurdan da belav dibû, vê helbesta Cegerxwîn kiribû sitranekî sipehî, eynî wekî ya helbesta Cegerxwîn a bi navê “Dîyan Bîyan Fu”yê. Her wan salên berîya cuntaya leşkerî ya dewleta Tirkan a 1980yan, li ba hevalekî min, çavê min bi kitêba “Kî Me Ez” jî ketibû.

Ji wê çaxê va helbestên Cegerxwîn û her wusa jî jîyana wî bala min dikişînin. Dema ku ez ji Kurdistanê derketim û hê wek firar li Tirkîyê dijîyam, di payiza sala 1984an da pêşî ez bi mirina Yilmaz Guney û her di wê payîza hanê da, pişti çûna min a Yunanistanê jî, ez bi mirina Cegerxwîn hisîyam. Stuxwarîya muhacereta li xerîbîyê û wendakirina Y. Guney û Cegerxwîn tesîrekî mezin li min kir. Di hişê min da muhaceret û wendabûna van her du kesan bi hev ra hatin girêdan û hê jî her wusa maye.

Min her gav jîyana Cegerxwîn meraq dikir. Di weşanên Kurdan da nivîsên ku li ser wî hatibûn nivîsîn û hevpeyvînên ku bi pê ra hatibûn çêkirin heta dereceyekî cewaba vê meraqa min didan. Meraqa min li ser jîyana Cegerxwîn bi xwe bû. Merivên wî yên ku li bakûrê Kurdistanê man kî ne û niha li kur in? Bi keçxala xwe ra zewicîbû gelo çend zarokên wî hebûn. Xeynî helbestvanîyê, ew xweyê tu meslekekî bû jî, an na? Xeynê helbestvanî û nivîskarîyê gelo ew bi tiştekî din ra jî mijûl dibû an na? Wî idara xwe û ya aila xwe çewa pêk dianî? Ez dizanim ku, dema ku li Swedê mir, wî birin li Kurdistanê û li Qamişloyê di hewşa mala wî da wî veşartin. Gelo kengê vî xanîyê hanê ji xwe ra kirîbû an jî çêkiribû. Gelo ew jî wekî piranîya civata Kurdistanê ya salên berê, her bi cotkarîyê idara xwe dikir? Gelo qet zevîyên wî hebûn û çi diçinî? Ev pirsên min hemû di derheqê jîyana wî ya ferdî da ne, lewra malûmatên di derheqa dîtin, felsefe û berhemên wî da kêm zêde meriv dikare peyda bike.

Rojnamevan û nivîskarên Kurd ku hevpeyvînan bi kesayetîyên wekî Cegerxwîn ra dikirin piranîya caran pirsên bi vî awayî nedikirin, hewcedarîya cewabên van pirsan nedidîtin, niha jî hima bêje her bi vî awayî hevpeyvînan dikin. Di salên 1970 û 80yan da jîyana kesekî tenê bi sîyasetê û heta dereceyekî jî bi berhemên wî va sinor kirî bû û hima bêje niha jî li ba me bi vî awayî ye.

Jîyanname an jî jînegerîya kesayetîyan, en hindik bi qasî berhem û xebatên wan bala meriv dikşîne, çewa ku em pê dizanin, jîyanname yên kesên bijarte, wek beşekî serbixwe ya edebîyatê tê zanîn û di vî warî da, di van salên dawî, li seranserê dinyayê da gelek berhemên giranbuha hatine weşandin. Gelo ji ber kîjan sedemî Kurdan bala xwe neda jîyanname ya Osman Sebrî, Cegerxwîn û yen mayîn û li ser jîyana wana ferdî pirsan ji wan nedikirin? Mehmet Uzun li ser beşek ji jîyannameya Celadet Bedirxan, Memduh Selîm Beg û Evdalê Zeynikê sekinîye û romanên xwe afirandîye. Li ser naveroka van kitêban gelek munaqaşe çêbûne, em bêjin ku, ya ku li ser Evdalê Zeynikê ye, çewa ku lêkolîner Ahmet Aras jî dibêje, xeyni navê kitêbê, tu danûsitandina vê kitêbê bi jîyana Evdalê Zeynikê ra tune ye, hima bêje hemû malûmatên lı,i ser Evdal ji rastîyê dûr in û tu elaqa Evdal jî bi wan ra nîne.

Çewa ku em di nimûneya kitêbên M. Uzun da jî dbînin, malûmatên di derbarê jîyana ferdî ya kesekî/e da, dikarin bibin çavkanîyên baş ya edebîyata siberojê jî. Her wusa, gelo meriv çewa dikare bêy ku malûmatên li ser jîyana wan a ferdî zanibe, bikaribe kesayetîyên wekî Cegerxwîn û O. Sebrî, bi awayekî baş fêhm bike?

Îdeolojîyên komunîst û çep li ser “menfaatên” civatê hatine avakirin, ango kes an jî ferd ji bo menfeatên civata karker û xebatkaran xızmetê dikin. Kar û xebata ku ferd dikin, muhra partî û teşkîlatê lê dikebe û dibe malê partîyê. Partî jî, ji xwe serok bi xwe ye! Li dervayê teşkîlatê da, tu fonksîyonekî ferd nayê dîtin. Her tişt û her wusa jîyana ferdî jî fedayê menfeatên partîyê dibin. Ferd dema di nava rêxistinê da be, “qedrê” wî tê zanîn û mezin tê hesibandin, dema ji bo bîr û bawerîyên xwe an jî sedemekî din ê ji partîya xwe veqete, hingê dîtina teşkîlatê ji bo wî berevajî dibe. Êdî ew wekî ne ku tu tiştekî ye tê hesibandin an jî qet nayê hesibandin jî. Ev mantiq di olan da jî heye.

Di vê sîstema hanê da, ne qedrê zindîyan, lêbelê tenê qedrê mirîyan heye, qedrê wan mirîyên ku li ser doza partîyê da mirine. Dema ku wê behsa van mirîyan jî bikin, wê tenê behsa ked û xizmeta ku wan ji bo partîyê kirîye, were kirin. Jîyana ferdî ya van mirovan, em bêjin wek nimûne eşîra wan, xwişk û birayên wan, jin/mêr û zarokên wan, derdora wan ya ne sîyasî, wê wek ku qet tune bûne, were dîtin. Malesef, Kurdan piranîya caran bi van berçavkên hanê li ferd û kesayetîyên xwe nihêrtine.

Cegerxwîn di seranserê sedsala 20 an da bû şahidê gelek bûyer û qewimandinan. Bê guman beşek ji van bûyeran di nav helbestên wî da jî xwiya dikin. Di Dîwana Yekan da, helbesteki Cegerxwîn a bi navê “Bi kurtî Jîna Min” heye. Di vê helbestê da, di çarçoveya helbestekî da, li ser jîyana xwe malûmatên gelek baş dide. Her wusa nivîsa kurt a Celadet Alî-Bedirxan ya li ser Cegerxwîn jî, di derbarê jîyana wî da gelek malûmatan dide me. Lê ev hemû malûmatên sinorkirî digiîhîjin heta sala1945an. Ez dizanim ku kitêbekî Cegerxwîn ya bîranînên wî jî heye, lê ez nizanim ka ev kitêb heta niha hatîye çapkirin an na.

Ji van nivîsan em fêhmdikin ku ew di sala 1903yan da li gundê Hesarê ya Kercosê hatîye dinê. Navê wî berê Şexmûs bû ye. Ew kurê Hesen û Eyşan’ê ye û di piçûkatîya xwe da dê û bavê xwe wenda dike, salek piştî mirina bavê wî vê carê jî dîya wî dimire. Her di wan salan da, dema ku ew 11 salî ye, ji Hesarê bar dikin û tên Amûdê bicîh dibin û her wusa piştî şerê dinyayê yê yeka, Amûd li alîyê dewleta Sûriya niha (hingê di bindestê Fransayê da ye) va dimîne. Ew sê xwişk û bira ne, pişti mirina dê û bavê xwe ew li ba kekê xwe Xelîl mezin dibe û ji ber zulma jinbira xwe, paşe diçe ba xwişka xwe Asîya’yê dimîne. Li ba wê, berxvan û şivantîyê dike her wusa piştî demekî, ji ba wê jî diçe û êdî dest bi feqetîyê dike. Piştî xwendina feqetîyê êdî dibe mele. Her di van salan da navê Cegerxwîn li xwe datîne û ji Hesarê, bi keça xalê xwe ra dizewice. Cegerxwîn di van salan da dev ji meletîyê berdide û dest bi cotkarîyê dike, bi tevî Kurmancan du gundan avadike û navê gundê ku ew bi xwe lê dimîne datîne “Cehenem”, yanî jîyana feqîrtî, bindestî û belangazîyê wek dojehê dibîne. Piştî ku Hawar (1932) dest bi weşanê dike, tê da helbestên wî tên weşandin. Ew sedama bindestbûna miletê Kurd di nezantîyê da, di sîstema şex, beg û axayan da dibîne. Her wusa ji ber ku wî berê feqetî û meletîyê kirîye, ew baş pê hisîyaye ka çewa ol di destê serdestan da, di destê şex û meleyan da dibe hacetekî ji bo xapandin û gêjkirina xelkê. Tiştê balkêş ew e ku li gel vê dijberîya wî ya ji bo olê jî, heta salên 1970yan, ew kesên ku bi şewq û hararet helbestên Cegerxwîn dixwendin û dizanibûn dîsa mele bi xwe bûn.

Ez dibêm qê li ser pirsa şex, mele û axayan da Cegerxwîn zêde hişk bû, lewra di wan salan da û her wusa di salên ku di dû wan hatin da jî, pêşengîya hereketa mîllî ya Kurdan dîsa şex, mele, qazi û serokên eşîretan dikirin. Ev hemû rastî û tora civata Kurdistanê bûn û hê jî heta dereceyekî wusa ye. Em bêjin, Kurdên başûr bi xêra vê tora civata Kurdan, mucadelekî dûr û dirêj kirin û niha jî gihîştine vê statûya ku em pê dizanin. Bê guman di tarîxê da, sedemekî şikestina hereketên Kurdan jî ev sîstema hanê bi xwe bûye, lewra serokên eşîran, şex û axayan hev ne girtine. Lê belê li Kurdistanê, dema ku meriv li himberê vê tora civatê dertê, nişkava sîstema pale û karkeran jî nayê û li wir bi cih nabe. Miletên bindest bi xêra tevn û sîstemên bi vî awayî, ji bindestîyê filitîn û bûn dewlet.

Sedemekî şikestina hereketa bakûra Kurdistanê jî ji xwe di vê meseleyê da ye. Ji alîyekî va wek organîzmeyên civatî, tor û statûya eşîret, axa, şex û began hebûn û hê jî hene û di alîyê dinê da jî dewleta dîktator a Kemalîstan û hereketên Kurd yên komunîst û çepgir ku dixwestin van organîzmeyên tevna civata Kurdan xira bikin û bişkînin. Dewleta Tırkan ji avakirina dewleta Kemal û pê va her vîya kir, lêbelê piştî ku serokatîya hereketên mîllî ket destê Kurdên çepgir, hingê dewlet vê polîtîka xwe sist kir û piştî şerê PKK yê sala 1984an jî, vê carê dewletê li himberê PKKê, van organîzmeyan û tora civakî ya Kurdan bikaranî û alîkarîyê da wan û li Kurdistanê sîstema “qorucîtîyê” dani. Dewleta Tırkan li himberê vê tora civata Kurdan her dem bi tirs û guman bû, lê Kurdên çepgir jî li Kurdistana ku ji %95 ê civata Kurdan gundî, bêkar, esnaf û koçer bûn da, partîyên karker û komunîstî avakirin û xwestin da ku sinifa karkeran bikin pêşengê hereketa kurdî, Kurdistanê ji bindestê kapîtalîstên Tirk bifilîtînin û bikin Kurdistanekî sosyalîst! Di wê dema hanê da, ku tenê ew kesên xweyî îmtîyaz û torpîl dikaribûn bibûna karker û ev karker û memûrên hanê jî wek tebeqe, tebeqeya herî nêzîkê dewleta Tırkan bû.

Di dema şerê dinyayê yê diduyan û guhertinên ku piştî şer li dinyayê da diqewimin tesîr li Cegerxwîn dikin û êdî ew bi fikrên sosyalîstî û enternasyonalîstîyê radibe. Ew ji bindestîyê filitandina miletê Kurd di vê îdeolojîyê da dibîne. Ew Kurdekî sosyalîst e. Di helbestên xwe da pesnê Marks, Lenîn û Stalîn dide û silavên enternasyonalîstî dişîne hemû hareket û mucadeleyên miletên bindest, sinifa karkeran û welatên sosyalîst. Lê her dem daxwaz û derdê wî, siberoja milet û welatê wî yê bindest e. Wî jî wusa bawer dikir ku, ew tiştên ku di kitêbên Marks û Lenîn da hatine nivîsîn, niha di pratîkê da hatine bıcih kırın û civat û sîstemekî baş û îdeal hatîye avakirinê.

Çewa ku em dizanin, pişti şoreşa Oktobrê û bîlhasa piştî salên 1945an, hereketên çep û komunîst li seranserê dinyayê tesîr li nivîskar û ronakbîran kir. Ji alîkî va dewletên sosyalîst hebûn û alîyê dî va jî li welatên kapîtalîst û feodal da partîyên çep û komunîst hebûn. Ev dewlet û partîyên sîyasî, iı hev ra, di nav hevkarî û koordîneyî da xebatê dikirin. Di nav xwe da torekî avakiribûn û dewletên komunîst gelek îmkanan didan partîyên çep û komunîst. Yek ji van îmkanan jî ew bû ku, bi rêya van partîyan derî û pencere li pêş nivîskar û hunermendan vedibûn. Berhemên nivîskaran bi dehan zimanên “parti û dewletên bira” dihate wergerandin û çap kirinê. Em bêjin, berhemên Nazim Hîkmet û Azîz Nesînê Tirk iı dehan zimanan hatin wergerandin û çap kirin. Ev nıviskar bi xêra van têkîlîyên xwe, li seranserê cihanê hatine naskirin û bûn bi navûdeng.

Di wê sîstema bêbext a dinyayê da, çewa ku cî ji bo miletê Kurd tune bû, her wusa cî ji bo helbestvanên vî miletî jî tune bû. Deng û banga Cegerxwîn, yê Osman Sebrî hima bêje negihişt tu ziman û miletên din. Cegerxwîn bi hizra xwe ya sîyasî û bi hunera xwe ya helbestan ne kêmî N. Hîkmet’ê Tirk û Yannîs Rîtsos’ ê Yunan bû, lê belê ew mensubê miletekî bû ku hemû zulm û zordarî lê rewa hatibû dîtin û ne di defterên dewletên komunîst û ne jî yên kapîtalîst da, tu xêr û xweşî ji bo vî miletî nehatibû nivîsandın.

Cegerxwîn dibe ku neketibe defterên weşanxaneyên dinyayê, lê ew ketîye nav dilê miletê Kurd. Di sedsala 20an da, di nav me Kurmancan da helbestvanê herî zêde tê naskirin û hizkirin ew e. Cegerxwîn helbestvanekî wusa ye ku helbestên wî ji yên helbestvanên din zêdetir bûne sitran. Ma gotinên kîjan sitrana sipehî ne yên Cegerxwîn nin û her wusa kîjan muzîsyenî helbestên Cegerxwîn nekirîye sitran?

Dem û dewran hatin guhertin, dibe ku êdî rewac û raxbet ji bo helbestên çep û îdeolojîkî tune be, lê helbestên Cegerxwîn yên li ser serbestîya miletê me û felatîya welatê me her û her aktuel in, herçî helbestên wî yên li ser dildarî û evînîyê ne, ew bi xwe, yên hunera di sewîya herî bilind da ne.

10ê sibata 2008an.

Cegerxwîn, 1997, grafîka li ser dar, 30x23 cm.


Cegerxwîn, 2003, grafîka li ser metal û lînoleûm, 32x22 cm.

Cegerxwin 1, 1997, grafika lı ser dar, 30x23 cm.